Nûrî Şêxo: Ji bo aramkirina rewşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê danûstandin bi Şamê re hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Ev demek e ku liv û tevgera yekîneyên çekdar ên girêdayî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê li ser xetên temasê yên bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re li gundewarê Helebê zêde bûye. Li hember vê rewşê, Rêveberiya Xweser hewl dide bi rêya diyalogê rewşê aram bike, lê HSD jî amadebûna xwe ya ji bo bersivdanê nîşan dide.

"Aloziya niha berteka li hember Konferansa Hesekê ye"

Hevserokê Encûmena Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo ji Kurdistan24ê re ragihand, ev alozî piştî "Konferansa Pêkhateyan" a li Hesekê derketiye û li ser medya û torên civakî "gotareke tund" li dijî Rêveberiya Xweser dest pê kiriye.

Şêxo got: "Danûstandin û peywendiyên me bi hikûmeta Sûriyeyê re ji bo aramkirina rewşê berdewam in." Herwiha bang li hikûmeta Sûriyeyê kir ku pêşî li vê tevliheviyê bigire, bi hişmendiyeke niştimanî bifikire û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike. 

Şêxo tekez kir, "bi şer pirsgirêk çareser nabin û şer dê bi xwe re wêraniyê bîne."

Rewşa li ser erdê aram e

Rojnamevan Fadil Mihemed jî ji nava taxa Eşrefiyê ji Kurdistan24ê re diyar kir, tevî hebûna hin kiryarên tevlîhev, rewşa li ser erdê aram û di bin kontrolê de ye û ti pêşketineke leşkerî ji aliyê hikûmetê ve ber bi herdu taxên Kurdî ve çênebûye. 

Fadil Mihemed Piştrast kir jî, danûstandinên di navbera encûmena herdu taxan û aliyên fermî yên Sûriyeyê de berdewam in.

HSD: Em ê li ser bingeha xweparastinê bersivê bidin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di vê derbarê de di daxuyaniyekê de ragihand, ev çend roj in hêzên hikûmeta Sûriyeyê li hejmarek deveran bi "kirdarên ajawagerî" hewl didin aloziyê derxînin. 

HSDê da zanîn ku heta niha hêzên wan ti tevgerek nekiriye, lê hişyarî da ku "eger ev ajawagerî berdewam bikin, HSD dê li ser bingeha mafê berevaniyê bersivê bide."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev komên çekdar agirbestê binpê dikin û tevgerên wan ne li gorî rêkeftinên di navbera rêveberiya herdu taxên Kurdan û hikûmeta Sûriyeyê de ne. HSDê bang li hikûmeta Sûriyeyê kir ku çekdarên xwe kontrol bike da ku kiryarên wan nebin sedema têkçûna rêkeftinan û aştiya navxweyî li Helebê û deverên din were parastin.

 
 
Fly Erbil Advertisment