Xelkê Siweydayê daxwaza mafê çarenûsê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi sedan niştecihên parêzgeha Siweydayê ya li başûrê Sûriyeyê, îro 16ê Tebaxê xwe pêşan dan û tundûtûjiya li parêzgeha xwe şermezar kirin û di heman demê de daxwaza mafê çarenûsê kirin.
Di xwepêşandanê de, ku girseyeke mezin ji xelkê herêmê beşdar bûn, alên Durziyan û wêneyên yek ji şêxên wan ê mezin, Şêx Hikmet Hîcrî, hatin hildan. Xwepêşanderan bi yek dengî dirûşmeyên wekî "Siweyda azad e" berz kirin.
Yek ji daxwazên herî sereke yên xwepêşanderan, diyarkirina mafê çarenûsê bû. Wan destnîşan kirin ku ev maf, mafekî pîroz ê niştecihên parêzgehê ye û ji bo azadbûn û rizgarbûna ji bindestiyê, pêwîst e bigihîjin vî mafê xwe yê rewa.
Xwepêşanderan her wiha tundûtûjiya li parêzgeha xwe bi tundî şermezar kirin. Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, di navbera 13ê Tîrmehê û 20ê heman mehê de, di encama tundûtûjiyan de 1677 kes hatine kuştin.
Rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ji K24 re diyar kir, ku ji vê hejmarê 452 kes, ku di nav wan de 43 jin û 14 zarok û kal hene, ji aliyê hêzên ser bi Wezaretên Berevanî û Navxwe yên Sûriyeyê ve bi awayekî meydanî hatine kuştin.