Dayikên Aştiyê, Diyarbekirê û Şemiyê diçin Komîsyona Aştiyê ya Parlementoya Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Komîsyona Aştiyê îro dê pêşwaziya Dayikên Diyarbekirê bike û sibe jî dê pêşwaziya Dayikên Aştiyê û Şemiyê bike.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Komîsyon Aştiyê dê îro di du rûniştinan de xebata xwe bidomîne, rûniştina yekê dê bi pêşkêşkirina gotarekê ji aliyê Wezîr Mahinur Özdemir Göktaş ve bê destpêkirin û di rûniştina duyê de jî dê guhdariya dayikên Dîyarbekirê bê kirin.
Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û Dayikên Diyarbekirê ji wan jinan re tê gotin ên ku zarokên xwe di şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de winda kirine.
Yek ji Dayikên Aştiyê ji bo bidawîanîna şer daxwaza wê yekê dike ku hemî alî destên xwe bidin hev. Wê dayikê daxwaz ji dewleta Tirkiyeyê jî kir ku, ew komîsyon ne tenê ji bo çekdanîna PKKê bixebite, lê itîrafê bi maf û daxwazî û doza Kurdan jî bike.”
Wê dayikê ji Kurdistan24ê re got, “Em dixwazin biratî çê bibe. Bila girîna dayikên Kurd û dayikên leşkeran raweste. Werin em destên xwe bidin hev û xwînrijandinê bidawî bînin, bila êdî cigera me dayikan neşewite.”
Dayika jêgotî tekez jî kir, "Zarokên me bêguneh in, yên ku di zindanan de ne bêguneh in, bila zindanî bên berdan." Herwesa got, "Em mafên xwe dixwazin, em dixwazin mafên me bên dan û zindaniyên me bên berdan. Em daxwaz dikin ku zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî ji ber ku ew zimanê me yê dayikê ye. Em bi wî zimanî hatine ser dniyayê, lewma em destan ji zimanê xwe bernadin.”
Yeka din ji Dayikên Aştiyê çarenivîsa kurên xwe dixwaze û daxwazê ji dewleta Tirkiyeyê dike ku, ji bo eşkerekirina çarenivîsa kurên wê yên ku hîn jî nizane mane an jî hatine kuştin bixebite, herwesa daxwaza berdana hemî zindaniyan jî dike.
Wê dayikê jî ji Kurdistan24ê re got, “Ger komîsyon ji bo aştiyê dixebite, bila bizavê bike ku itîrafê bi mafên gelê Kurd bike û zindaniyên me berde. Yên ku canê xwe feda kir ji bo wê yekê bû ku Kurd bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, lewma divê ev mafê Kurdan bê bicîhanîn. Ger ev maf ji bo Kurdan neyê bicîhanîn, aştî dê li Tirkiyeyê çê nebe.”
Dayikên Aştiyê herwesa daxwaz dikin ku, di demeke nêzîk de serdana Rêberê PKKê yê zindanîkirî Abdullah Ocalan bikin.