DEM Partî li Wanê mîtînga mezin a aştiyê lidar dixe: "Li Şûna Tecrîdê, Azadî"
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Weysî Dîlekçî ragihand, ew ê ji bo piştgiriya pêvajoya aştî û çareseriyê, mîtîngeke mezin li Wanê lidar bixin. Dîlekçî da zanîn jî, armanca mîtîngê xurtkirina pêvajoyê û piştgiriya banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e.
Weysî Dîlekçî îro 19ê Tîrmehê ji K24ê ragihand, mîtîng dê di 23ê Tîrmehê de bi dirûşma "Li Şûna Tecrîdê, Azadî" were lidarxistin û dê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka DBPê Keskîn Bayindir û siyasetmedar Gultan Kışanak beşdar bibin.
Dîlekçî got: "Ev mîtîng girîng e û pêwîst e. Ji bo ku gelek Kurd piştgiriyê bidin banga birêz Ocalan a ku di 27ê Sibatê de kiribû. Em dixwazin ev pêvajo biser bikeve û bi pêş ve biçe."
"Aliyê aştiyê bihêztir e, lê divê em baldar bin"
Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê hişyarî da ku hinek alî naxwazin pêvajo biser bikeve û hewl didin bi rêya derxistina tevliheviyan têk bidin û got:
"Hinek aliyên dijmin hene ku provokasyonan dikin. Divê em li hember wan baldar bin. Divê gelê me û herkes xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Em dibînin ku karên pêvajoyê baş birêve diçin, lê em ji karên pêvajoyê bi temamî ne razî ne û divê xurtir bibe. Aliyê aştiyê ji aliyê şer bihêztir e, lê divê dewlet gavên pêwîst bavêje."
"Divê Komîsyon bi Ocalan re bicive"
Dîlekçî amaje bi wê yekê kir ku civak daxwaza serketina pêvajoyê dike û divê Komîsyona Parlamentoyê rola xwe bi awayekî aktîf bilîze û got:
"Civak daxwaza serketina pêvajoyê dike. Divê Komîsyon biçe û rasterast bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike da ku fikir û gotinên wî ji bo vê pêvajoyê werbigire. Piştî ku PKKê gav avêt û çekên xwe şewitandin, êdî divê dewlet jî ji bo vegera gerîlayan bo jiyana demokratîk û siyasî gavên yasayî û qanûnî bavêje û qanûnan biguherîne."