Li Wanê mîtînga "Azadiyê": Daxwaza çareseriya pirsa Kurd û rakirina tecrîdê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Wanê, îro 23ê Tebaxê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) mîtîngeke girseyî tê lidarxistin. Mîtîng bi diruşma "Ne tecrîd, dê azadî serbikeve" tê li dar xistin û tê de daxwaza çareserkirina pirsa Kurd û azadiya girtiyên siyasî dê bê kirin.

Mîtîng dê îro saet 17:00'an li Parka Mûsa Anter dest pê bike. Li gorî agahiyan, amadekariyên ji bo mîtîngê temam bûne û dê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û endama TJAyê Gultan Kişanak axaftinan bikin. Herwiha hunermend Xecê û Aylîn jî dê bi stranên xwe beşdar bibin.

Armanca sereke ya mîtîngê, anîna ziman a daxwaza çareseriyeke bingehîn ji bo pirsa Kurd û bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e.

Pêştir jî, Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Wanê Weysî Dîlekçî ji Kurdistan24ê re ragihandibû, ew bi vê çalakiyê dixwazin piştgiriyê bidin pêvajoya aştî û çareseriyê û banga Ocalan xurt bikin. Dîlekçî herwiha gotibû ku di mîtîngê de dê daxwaza avêtina pêngavên kirdarî û guhertina yasayan bê kirin.

 
Fly Erbil Advertisment