Hilbijartinên Sûriyeyê li Hesekê, Reqa û Siweydayê hatin paşxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Sûriyeyê ragihand ku hilbijartinên Encûmena Gel (parlamento), ku biryar bû meha bê werin lidarxistin, li parêzgehên Hesekê, Reqa û Siweydayê hatine paşxistin. Sedema vê biryarê wekî "rewşa ne aram a ewlehiyê" hate destnîşankirin.

Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinan Newar Necme îro 23ê Tebaxa 2025an, ji ajansa nûçeyan a fermî SANA re ragihand, ji ber pevçûn û nakokiyên dawî û ji bo misogerkirina hilbijartineke dadperwerane, proseya hilbijartinê li parêzgeha Siweydayê ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, û herwiha li parêzgehên Reqa û Hesekê ku li bakur û bakurê rojhilatê welêt in, dê heta demeke nediyar were paşxistin.

Necme tekez kir, kursiyên van sê parêzgehan dê li gorî yasayê parastî bimînin heta ku şert û merc ji bo lidarxistina hilbijartinan guncaw bibin. Wî herwiha destnîşan kir, proseya hilbijartinê dê tenê li wan navçeyên ku di bin kontrola hikûmetê de ne, birêve biçe.

Ev biryar tenê çend rojan piştî wê yekê tê ku Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera, roja Çarşemê 20ê Tebaxê, bi fermana hejmar 143 sîstema nû ya demkî ya hilbijartinan pesend kiribû. Li gorî sîstema nû, Encûmena Gel dê ji 210 endaman pêk were û kursî dê li gorî nifûsa parêzgehan bên dabeşkirin.

Piştî rûxandina desthilata Beşar Esed di Kanûna 2024an de, desthilata nû ya bi serokatiya Ehmed Şera, parlamena serdema Esed hilweşand û destûreke demkî ji bo qonaxeke veguhêz a pênc-salî pesend kir. Lê belê, ev destûra demkî rastî rexneyan tê, ji ber ku tê gotin desthilatên Şera zêde dike û pirrengiya neteweyî û olî ya Sûriyeyê bi têra xwe nîşan nade.

 

 
Fly Erbil Advertisment