Çandiniya Hewlêrê: Rojane zêdetirî sê hezar ton berhemên navxweyî tên hinardekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Çandiniya Hewlêrê ragihand, li Herêma Kurdistanê rojane zêdetirî sê hezar ton berhemên navxweyî, bi taybetî temate, pîvaz û xiyar, tên hinardekirin. Herwiha hat destnîşankirin ku berhemên cotkarên xwecihî ji pêdiviya navxweyî zêdetir in û ji ber vê yekê rê li ber hinardekirina wan tê vekirin.
Rêveberê Giştî yê Çandiniya Hewlêrê Hêmin Seîd Murad îro 24ê Tebaxê ji K24ê re got, tenê heta saet 10:00ê sibê zêdetirî 100 barhilgir berhemên cotkaran hinarde kirine û tê pêşbînîkirin ku ev hejmar heta dawiya rojê bigihîje 200 barhilgirî. Herwiha da zanîn, heta niha nêzîkî 250 hezar ton berhemên cotkaran bo bazarên derve hatine şandin.
Rêveberê Giştî yê Çandiniya Hewlêrê got jî: "Hemû ew berhemên ku niha di bazaran de zêde ne, berhemên cotkarên me ne û ji pêdiviya navxweyî zêdetir in. Ji ber vê yekê rê ji bo hinardekirinê vekiriye û ti astengî tune ye."
Derbarê siyaseta bazarê de, Murad diyar kir, ew piştgiriyê didin wan bazirganên ku berhemên cotkarên navxweyî dikirin. Herwiha tekez kir, Rêveberiya Giştî ya Çandiniya Hewlêrê ti pirsgirêkê ji bo hinardekirina berhemên ku ji parêzgehên din ên wekî Silêmanî û Dihokê tên, dernaxe û got: "Em bi xwe hevsengiya bazarê diparêzin û bi awayekî cidî kar dikin, da ku ti aliyek rê li ber hinardekirina berhemên cotkaran negire."
Hêmin Seîd Murad behsa hawirdekirinê jî kir û got ku sebze û meywe ji deriyên sînorî yên Perwêzxan û Hacî Omeranê tên hawirdekirin, lê destnîşan kir: "Her hawirdekirineke bêyî agahdarî û erêkirina me neyasayî ye û zirarê digihîne cotkar û sermayeya niştimanî."