Wezareta Elektrîkê: Helebce wek parêzgeha yekê bû xwediya elektîrka 24 seetî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê parve kiriye ku, elektrîka 24 seetî ji bo nêzîkî çar milyon welatiyan hatiye dabînkirin.

Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 28ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Di çarçoveya projeya Ronakiyê de, elektrîka 24 seetî ji bo nêzîkî çar milyon welatiyan, anku ji 50% zêdetir a şêniyên Herêma Kurdistanê, hatiye dabînkirin.”

Wezareta Elektrîkê amaje da, “Bi berfirehkirina îro, welatî li ser asta navendî ya bajarên Hewlêr û derdora wê, Dihok, Silêmanî û Helebçeyê dê elektrîka 24 seetî zûtir ji plana hatiye danan werbigirin.”

Amara herî dawiyê ya welatî û hevparên projeya Ronakiyê li Herêma Kurdistanê bi vî rengî ye:

Welatî: 3,770,000
Hevpar: 987,000
Hewlêr
Welatî: 1,935,000
Hevpar: 504,000
Silêmanî
Welatî: 1,345,000
Hevpar: 351,000
Dihok
Welatî: 351,000
Hevpar: 94,000
Helebce
Welatî: 139,000
Hevpar: 38,000

Wezareta Elektrîkê got ku, zêdetirî 3 hezar 200 jeneratorên gazoîlê li taxan hatine vemirandin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan dike ku, heta dawiya sala 2026ê zêdetirî 7 hezar jeneratoran vemirîne.

Hejmara giştî ya jeneratorên ku hatine vemirandin û bandora wan li ser kêmkirina berdana karbondîoksîtê yên salane bi tonan di projeya Ronakiyê de bi vî rengî ye:

Hejmara jeneratorên ku hatine vemirandin: 3,222
Kêmkirina berdana karbondîoksîtê: 600,000
Hewlêr
Hejmara jeneratorên ku hatine vemirandin: 2,197
Kêmkirina berdana karbondîoksîtê: 410,000
Silêmanî
Hejmara jeneratorên ku hatine vemirandin: 604
Kêmkirina berdana karbondîoksîtê: 112,000
Dihok
Hejmara jeneratorên ku hatine vemirandin: 356
Kêmkirina berdana karbondîoksîtê: 63,000
Helebce
Hejmara jeneratorên ku hatine vemirandin: 65
Kêmkirina berdana karbondîoksîtê: 15,000

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Mijdara 2024ê projeya Ronakiyê ragihand, bi merema gihandina elektrîka 24 seetî ji bo hemî mal û cihên bazirganî heta dawiya sala 2026ê. Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li meha Gulanê bi yekdengî ew proje pejirand.

 
Fly Erbil Advertisment