Konsulxaneya Amerîkayê: Alîkariyên bo Wezareta Pêşmerge ji bo avakirina binesaziyek bihêz e

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Ofîsa Hevkariya Ewlehiyê ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê ragihand, alîkariyên welatê wî ji bo Hêzên Pêşmerge dê berdewam bin, bi armanca avakirina binesaziyeke serbazî ya niştimanî ya bihêz.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja 1ê Îlonê daxuyaniyek belav kir û tê de hat ragihandin, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl pêşwazî li Kolonêl Dick Pavlick, Berpirsê Ofîsa Hevkariya Ewlehiyê ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê kiriye.
Diyar kir jî, di hevdîtinê de, pêşhatên herî dawî yên navçeyê, prosesa reformê di nav Hêzên Pêşmerge de, û avakirina du lîwayên piyade yên ser bi Wezareta Pêşmerge ve hatin gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniyê, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl tekezî li ser wê yekê kiriye ku prosesa reformê berdewam e û hewlên ji bo serxistina wê hatine zêdekirin.
Herwiha gotiye: "Me piştrastî wergirt ku Amerîka û Hevpeymanan dê di piştgiriya xwe ya ji bo Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê de berdewam bin, lê di heman demê de pêwîstiya me bi alîkarî û piştgiriyeke zêdetir a hêzên Hevpeymanan, bi taybetî Amerîkayê heye."
Ji aliyê xwe ve, Kolonêl Dick Pavlick kêfxweşiya xwe bi pêşveçûna prosesa reformê di nav Hêzên Pêşmerge de anî ziman û got: "Em ê di alîkariya Wezareta Pêşmerge de berdewam bin ji bo avakirina binesaziyeke serbazî ya niştimanî ya bihêz û serxistina prosesa reformê."