Mesrûr Barzanî: Divê pişka budceyê û mafên darayî yên Kurdistanê bê pirsgirêk û asteng bên şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2ê Îlonê pêşwazî li Balyozê Frensê yê li Iraqê Patrick Durel kir û di hevdîtinê de pêşvebirina têkiliyên dualî û rewşa giştî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Frensê li Herêma Kurdistanê Yann Braem jî amade bû, pêşvebirina têkiliyên dualî, têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên ji bo hilbijartinên dahatû yên Encûmena Nûneran a Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîr tekez kir, divê Herêma Kurdistanê wek herêmeke federal a destûrî bê dîtin û rêz li mafên wê yên destûrî bê girtin. Herwiha got, pêwîst e pişka budceyê û şayisteyên darayî bi awayekî dadperwerane û bê pirsgirêk bên şandin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, hewl û gotûbêjên derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî hatin nirxandin.

 
Fly Erbil Advertisment