Mihemed Kemal: Li Kerkûkê di parvekirina postan de gelek neheqî li Kurdan hatiye kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Liqa Sêyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê ragihand ku, di belavkirina postan de li Kerkûkê gelek neheqî li Kurdan hatiye kirin, ji ber vê yekê jî ew dê tevlî civînên Encûmena Parêzgehê nebin.

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê gef kirin ku, dê li dijî wan endamên ku tevlî civînan nabin rêkarên qanûnî bi kar bîne, vê yekê jî nakokiyên siyasî yên wê parêzgehê li ser belavkirina postan mezintir kirine.

Ev gef di demekê de ye ku, Hevpeymaniya Birêvebirina Kerkûkê di Tebaxa sala borî de li Hotela Reşîdê li Bexdayê hat damezrandin û Encûmena Parêzgehê dest bi xebata xwe kir.

Berpirsê Liqa Sêyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Mihemed Kemal îro (Sêşem, 2ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Gelek neheqî li Kurdan hatiye kirin û ji ber vê yekê jî PDK li dijî awayê belavkirina postan rawestiyaye.” Tekez jî kir, “Endamên PDKê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dewama xwe ya fermî dikin, lê tevlî civînan nabin.”

Mihemed Kemal amaje jî da, “Ne tenê PDK tevlî civînan nabe, lê çend endamên Ereb û Eniya Tirkmen jî tevlî rûniştinan nabin. Ev jî nîşan dide ku, nerazîbûn ji yek aliyê siyasî berfirehtir in.”

Navbirî li ser rêkarên birêvebirina civînan ragihand, “Di civîna yekê de, li gorî qanûnê, diviyabû endamê herî biemir serokatiya civînê bikira û endamên serketî yên encûmenê ji bo amadebûnê vexwendiban; lê di civîna duyê de, "endamê herî biemir ne xwe vexwendiye û ne jî çi kesek vexwendiye", ku wê yekê jî wekî binpêkirina qanûna hilbijartinan dibîne.

Berpirsê Liqa Sîyî ya PDKê di derheqa gefên rêkarên qanûnî de li wê bawerê ye ku, mijara cezakirina lîsta PDKê tenê mijareke siyasî ye û ne qanûnî ye. Wî wekî delîl amaje da ku, li sala 2005ê lîsteke Erebî du salan tevlî civînan nebû, lê paşê dema ku posta Cîgirê Serokê Encûmenê ji wan re hat dan, vegeriyane civînan. Herwesa Eniya Tirkmen çar salan tevlî civînan nebûye, lê li dijî her du lîstan ti bertekeke qanûnî tune bû.

Mihemed Kemal tekez jî kir ku, di belavkirina postan de ti edaletek tune, ji ber wekî ku ew bi xwe piştî civîna li Hotela Reşîdê derketin ser televîzyonê û got “Me tenê postê parêzgarî ji Kurdan re hêlaye ku wî jî ti desthilatek nîne.”

Navbirî amaje jî da ku, PDKê bawerî bi pêkvejiyanê heye û tenê daxwaza yekîtiyê dike. Haydarî jî da ku, Kurd di xeterê de ne, erdên wan hatine dagirkirin û erdên bav û kalên wan, ku di bin desthilatdariya Sedam Hisên de bi awayekî neqanûnî peyman jê re hatine çêkirin, her roj bi çekan êrîş lê tên kirin. Tekez jî kir ku, ne tenê Kurd lê di vê pêvajoyê de neheqî li hin ji Tirkmen û Ereban jî hatiye kirin.

 
Fly Erbil Advertisment