Encûmena Wezîran dicive û du mijarên sereke gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi îro 3ê Îlonê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û du mijarên sereke gotûbêj dike.

Mijara Yekem a civînê, li gor daxuyaniya hikûmetê, nirxandina rêya gotûbêjên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ye. 

Di vê çarçoveyê de, dê encamên civînên dawî yên di navbera şanda danûstandinan û lîjneyên hevbeş ên her du aliyan de derbarê dosyeya dahatên petrolê û dosyeya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de bên pêşkêşkirin. Ev yek li ser bingeha biryarên berê yên Encûmena Wezîran, lihevkirin û protokola hevbeş a lîjneyan e.

Mijara duyem jî, gotûbêjkirina pêşniyara Wezareta Navxweyî ye derbarê pêdiviyên ji bo cîbicîkirina sîstema nû ya dayîna mûletên ajovaniyê li rêveberiyên hatûçûnê yên Herêma Kurdistanê. 

Herwiha di vê çarçoveyê de, dê pêdaçûn bi xişteya pêvekirî ya biryara berê ya Encûmena Wezîran a hejmar 79 a sala 2016an de bê kirin, ku ev babet bi nivîsara hejmar 3954 a di 12-05-2025an de, ji aliyê Wezareta Darayî û Aboriyê ve jî hatiye piştgirîkirin.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment