DEM Partî li Enqereyê "Pêdiviyên Yasayî yên Pêvajoya Aştiyê" gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro li paytext Enqereyê komxebateke girîng bi sernavê "Pêdiviyên Yasayî di Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de" li dar dixe. Beşdariyeke berfireh ji parlamenter, akademîsyen, mamosteyên zanîngehê û pisporên yasayî di komxebatê de amade dibin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Enqereyê da zanîn, komxebat dê îro 6ê Îlonê saet 13:00ê piştî nîvro dest pê bike. Axaftina destpêkê ya komxebatê dê ji aliyê endamê berê yê şanda Îmraliyê û parlamenterê DEM Partiyê, Mithat Sancar ve were pêşkêşkirin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya DEM Partiyê, endamên Komîsyona Piştevaniya Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê û endamên Komîsyona Yasayî û Mafên Mirovan a partiyê jî dê beşdarî vê gotûbêja vekirî bibin.

Mijarên herî girîng ên ku dê di komxebatê de werin gotûbêjkirin ev in:

- Pêdiviyên yasayî yên ji bo pêvajoya danîna çekan, xwehilweşandin û lihevhatina civakî.

- Rakirina cudakariyê di cîbicîkirina cezayan de.

- Pêkanîna sererastkirinên erênî di yasaya cîbicîkirinê de.

 
Fly Erbil Advertisment