Geştiyarekê Ereb di çemê Xelanê de xeniqî

Navenda Nûçeyan (K24) - Qayimqamê Xelîfanê ji Kurdistan24ê re ragihand ku, sê geştiyarên Ereb xwe avêtiye çemekî nêzîkî komelgeha Sirêşmeyê yê girêdayî qezaya Xelîfanê, yek ji wan xeniqiye û herduyên din jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine rizgarkirin.

Qayimqamê Xelîfanê Mexdîd Ehmed îro (Yekşem, 7ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Sê geştiyarên Ereb xwe avêtiye Çemê Xelanê yê nêzîkî komelgeha Sirêşmeyê ya girêdayî qezaya Xelîfanê, lê avjenî nezaniye û ji ber wê yekê jî binav bûne.”

Qayimqamê Xelîfanê eşkere jî kir, “Di wê bûyerê de ciwanek xeniqî û bav û kurek jî ji aliyê hêzên ewlehiyê û welatiyan ve hatin rizgarkirin.” Herwesa got, “Termê wî ciwanê xeniqî ji wî çemî hatiye derxistin.”

Mexdîd Ehmed herwesa ragihand, “Ew ciwanê xeniqî û ew bav û kur ji yek malbatê ne, ku ji bo geştyariyê hatine deverê.”

Navbirî amaje jî da, "Me û Bergiriya Şaristanî jî pêştir gelek caran li ser xetera avjeniyê di vî çemî de haydarî daye, lê hin kes hene ku haydariyan paşguh dikin." Herwesa got, “Îsal, ev bûyera duyê ya xeniqînê ye ku li Çemê Xelîfanê tê tomarkirin.”

 
Fly Erbil Advertisment