ENKS: Paşguhkirina doza Kurdî ziyanê digihîne pêvajoya aramiyê
Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Niştîmanî ya Kurd (ENKS) bang li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê dike ku, li gel Şanda Kurdî ya Hevpar dest bi danûstandinan bike.
ENKSê di daxuyaniyekê de bi helkefta salvegera yekê ya hilweşîna Rêjîma Esed got ku, kêfxweşiya gelê Sûriyeyê bi vê rojê bi pêkanîna xwestekên wan bi dewleteka dadmend temam dibe.
Encûmena Niştîmanî ya Kurd bang li Rêveberiya Veguhêz kir ku, "rêbaza diyaloga cidî li gel tevaya pêkhateyên neteweyî, siyasî û civakî li xwe bigire û wan tevlî biryara avakirina dewlata tê xwestin" bike.
ENKSê diyar jî kir jî ku, "paşguhkirina serederiyê li gel doza Kurdî, ziyanê digihîne pêvajoya avakirin û aramiyê".
Her di wê daxuyaniyê de ENKSê bang li Hikûmeta veguhêz kir ku, li gel Şanda Kurdî ya hevpar dest bi diyaloga rasterast bike ku nêrîneka wê ya Kurdî li ser paşeroja Sûriyeyê û çareserkirina doza Kurdî heye.
Di dawiyê de jî ENKSê tekez kiriye ku, Sûriyeya nû ya ku Sûriyeyî dixwazin, "Sûriyeya demokratî nenavendî ye".