Cengiz Çandar: Serok Barzanî yekrêziya neteweyî ya Kurdan parast
Navenda Nûçeyan (K24) - Siyasetmedarê navdar ê Bakurê Kurdistanê û endamê parlementoyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (Dem Partî) Cengiz Çandar nêrînên xwe li ser eleqedarî û bandora du konferansên girîng ên deverê anîn ziman û tekez kir: “Peyamên Serok Barzanî û serkirdetiya Herêma Kurdistanê canê yekrêziya neteweyî vejand û selimand ku, Kurd li deverê karakterên sereke û motora aştiyê ne.”
Têkiliya di navbera MEPSê û Konferansa Stenbolê de
Cengiz Çandar ji Kurdistan24ê re bal kişand ser Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Stenbolê hatiye lidarxistin. Herwesa ev konferans wekî berdewamî û temamkera civîna MEPSê, ku pêştir li Dihokê hatibû lidarxistin, binav kir. Li gorî baweriya Çandar, ew konferans bizavên cidî û bibandor in ji bo xêzkirina nexşeya aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn.
Civîna Dihokê.. Platforma kombûna cemseran
Çandar, ku ew bi xwe jî tevlî civîna MEPSê li Dihokê bûbû, ew bûyer wekî westgeheka navneteweyî ya pir bibandor, ku kesatiyên payebilind û biryarderên deverê lê civiyan, binav kir. Amaje jî da ku, di yek ji panelan de wî piştgirî da nêrînên Mesrûr Barzanî dema ku wî tekez kir ku, civîna MEPS ne tenê cîhek ji bo axaftinê ye, belkî platformek ji bo bidestxistina destkeftiyên kiryarkî ye jî.
Li gorî nerîna Çandar, amadebûna kesatiyên wekî Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed li Dihokê nîşaneka eşkere ya girîngiya wê civînê bû û xwesteka ji bo yekrêziya neteweyî ya Kurdan nîşan da, ev jî nîşan dide ku Kurd di hevkêşeyên siyasî yên deverê de roleka bibandor dilîzin.
Rola Serok Barzanî û parastina yekrêziyê
Parlamenterê Dem Partiyê di pareka din a gotinên xwe de jî ron kir ku, konferansa Stenbolê eynî rêya ku li Dihokê dest pê kiriye daye ber xwe. Çandar bi girîngî behsa peyama Serok Barzanî û serkirdetiya Herêma Kurdistanê di wê konferansê de kir û ragihand: “Ew peyam bûn hêvênê zindîkirina yekrêziya neteweyî ya Kurdan.”
Encamên herdu konferansan, wekî ku Çandar amaje dayê, gihîşt wê bawerê ku Kurd xwediyên seng û giraniya xwe ya taybet in û bêyî tevlîbûna çalak a Kurdan wekî karakterên bihêz û sereke tu pêvajoyeka aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn bi ser nakeve.