Şanda danûstandinan a Iraqê û Sûdanî li ser mijara mûçeyên Herêma Kurdistanê civiyan

Komara Iraqê
Komara Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê û Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Iraqê ji bo vedîtina mekanîzmeke nû ji bo mijara dahatên navxweyî yên Herêma Kurdistanê civiyan.

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Şivan Cebarî, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî îro (Yekşem, 7ê Îlona 2025ê) bi Şanda Danûstandinan a Hikûmeta Iraqê re civiya, da ku mijara dahatên negirêdayî petrolê yên Herêma Kurdistanê nîqaş bike.

Li gorî zanyaran, Nûnerên Dîwana Çavdêriya Darayî, Wezareta Darayî ya Federal û hejmareke şêwirmendên Encûmena Wezîran a Iraqê jî tevlî wê civînê bûn.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê pêştir got, “Biryar e di vê civînê de ew mekanîzma nû bê nîqaşkirin, ku dikare çareseriyeke bingehîn ji bo pirsgirêkên di navbera Hewler û Bexdayê de li ser mijara dahata navxweyî vebîne.”

Herwesa got ku, danûstandin berdewam dikin û tê çaverêkirin ku di civînên paşerojê de biryara dawiyê li ser vê mijarê bê dan. Ger di van civînan de lihevkirinek çê nebe, hingê ew mijar dê ji bo civîna bê ya Encûmena Wezîran a Iraqê bê veguhastin, ku biryar e li roja Sêşemê bê lidarxistin.

Şivan Cebarî herwesa got, “Eger di civîna roja Sêşemê ya Encûmena Wezîran a Iraqê de çareseriyeke guncayî neyê dîtin, dibe ku Encûmena Dewletê biryarê li ser vê mijarê bide û wê yekalî bike.”

Pêştir Hikûmeta Iraqê ji Herêma Kurdistanê xwestibû ku hemî dahatên xwe yên negirêdayî petrolê bide destê wê. Piştre li gorî qanûna îdarî, ji wê dahata ku 100% werdigire, divê Hikûmeta Iraqê 50% ya wê dahatê ji bo Herêma Kurdistanê vegerîne, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê pêşniyarê nedestûrî û neqanûnî dibîne û amade nîne ku ti dahateke navxweyî ku ne federalî be bide destê Bexdayê.

 
Fly Erbil Advertisment