Amerîka: Em têkiliyên xwe yên bazirganî bi Kurdistanê re pêş dixin

Wendy Green
Wendy Green

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsula Giştî ya Amerîkayê Wendy Green ragihand, "Em dê têkiliyên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re zêde bikin.” Ji bazirgan û veberhênerên Amerîkayî re jî got, “Yek ji xewnên min ew bû ez we bibînim ku hûn di bazirganiyê de bi Kurdan re hevpariyê dikin."

Konferansa Hevpar a Bazirganî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG), veberhêner û bazirganên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Amerîkayê û veberhêner û bazirganên Amerîkayê îro (Duşem, 8ê Îlona 2025ê) li Hewlêrê dest bi karên xwe kir, da ku li ser derfet veberhênanê û pirsgirêkan li Herêma Kurdistanê nîqaş bike.

Konsula Giştî ya Amerîkayê Wendy Green di çarçoveya wê konferansê de got, "Ez spasiya Herêma Kurdistanê dikim ku ev derfet ji bo bazirgan û veberhênerên Amerîkayî li Herêma Kurdistanê çê kir."

Konsula Giştî ya Amerîkayê herwesa got, “Serkirdetiya Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo sektora bazirganiyê ya Amerîkayê nîşan daye û divê em ji bo paşerojê bi hev re bixebitin.” Amaje jî da ku, pêştir bala hevpariyên wan li ser warê ewlehiyê bû lê dixwazin niha hevpariyê li ser bingeha bazirganî ava bikin.

Wendy Green eşkere jî kir ku, ew bi hejmareke serkirdeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiyaye, serdana deverên Kurdistanê kiriye û bi akademîsyen û bazirganên Herêma Kurdistanê re civiyaye. Wekî ku wê got, her kes meraq dikir ka pêngava bê çi ye.

Wê herwesa got, “Bersiva min jî "bazirganî" bû. Donald Trump jî tekez kir ku, hemî baldarî li ser bazirganiyê ye, ne li ser tiştekî din. Divê bala me li ser li ser derfetan be, ew derfetê hevpariya me xurttir dikin.”

Konsula Giştî ya Amerîkayê eşkere jî kir, “Ew hevkarî vedigere çend dehsalên berê.” Bal kêşa ser wê yekê jî ku, têkiliya di navbera Amerîka û Kurdistanê de bihayê xwe heye û ew dixwazin wê hevpariyê bi rêya bazirganî û enerjiyê bidomînin.

Wendy Green tekez jî kir ku ji bilî mijara enerjiyê, divê baldarî bikeve ser pirsgirêkên din jî di warên perwerde û tenduristiyê de. Herwesa got, “Em dixwazin zêdetir şîrketan ji Amerîkayê bînin Kurdistanê û têkiliyên xwe yên bazirganiyê xurttir bikin.”

Wê amaje jî da, “Li gel derfetan, hin asteng jî hene. Em dixwazin bi rêya konferansên hosa hin ji van pirsgirêkan çareser bikin. Em dixwazin bi nehêlana pirsgirêkan zêdetir pêşve biçin, ku ev jî di berjewendiya Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de ye.”

 
 
Fly Erbil Advertisment