Rêber Ehmed: Herêma Kurdistanê bo veberhênerên Amerîkayî cihê bawerî û tenahiyê ye

Rêber Ehmed
Rêber Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro (Duşem, 8ê Îlona 2025ê) di konferans û çalakiyekê de ragihand, "Ez kêfxweş im ku tevlî xurtkirina têkiliyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û parvekirina nirxên hevpar dibim."

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser pêşveçûna berdewam a wan têkiliyan kir û amaje da serdana serketî ya berî çend mehan a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Amerîkayê. Li gorî gotina Rêber Ehmed, wê serdanê ji bo dîplomasî û bazirganiya di navbera herdu aliyan de rûpeleke nû vekir û peyameke zelal şand ku, Herêma Kurdistanê ji bo bazirganî û veberhênanê cihekê bawerî, tenahî û aramiyê ye.

Rêber Ehmed tekez jî kir ku, peyama wî ya îro li ser paşerojê her wekî peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ye, ku ew jî hebûna têkiliyeke konkirîtî û xurt bi Amerîkayê û bazirganên Amerîkayî re ye.

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de spasiya Cîgirê Serokê Karûbarên Rojhilata Navîn li Amerîkayê Steve Lutz kir, ji ber rola wan a girîng di afirandina derfetan de li Herêma Kurdistanê. Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Wendy Green û tîma wê jî ji ber bizavên wan di avakirina têkiliyên di navbera herdu aliyan de hatin pesinandin. Wî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Têkiliyên Derve jî kir, ji ber rêkxistina vê çalakiyê.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dabînkirina ewlehiya navxweyî û tenahiyê de ron kir, ku ew jî polîs, bergiriya şaristanî, ewlehiya sînoran, bersivdana bilez û serederîkirina bi krîzan re vedigire.

Rêber Ehmed di derheqa tenahiyê de jî amaje da ku, gefên DAIŞê hîn jî bi dawî nebûne û ew li deverên nakok, bi taybetî di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de, çalak in. Ron jî kir ku, hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Hevpeymaniya Navneteweyî li ser rûbirûbûna wan gefan li ser sînoran berdewam dikin.

Navbirî herwesa ragihand, "Mixabin, hin ji milîsan bizav kir ku êrîşî jêrxaneya Herêma Kurdistanê bikin, em dibînin ku ev dê bibe sedema nemana tenahiyê, ji ber ku hevpariya bi şîrketên Amerîkayî re pir girîng e, em dixwazin bi Amerîkayiyan re ji bo tenahiya jêrxaneya xwe hevahengiyê bikin."

 
Fly Erbil Advertisment