Endamekî PDK-Sê ji aliyê asayişa taxa Şêx Meqsûd a Helebê ve hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endemekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Helebê ji aliyê Asayişa ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hate girtin.

Li gorî Agahiyên ku ji malbata wî hatine wergirtin, endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Waêl Ebdîn Xelîl, piştî ku ji Herêma Kurdistanê vegeriyabû, roja 30î Tebaxa bor li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ji aliyê asayişa taxa Şêx Meqsûd ve hatiye girtin.

Li gorî agahiyên ku ji endamekî malbata Wael hatine girtin, Waêl Ebdîn Xelîl di meha borî de, piştî 10 salan ji Herêma Kurdistanê vegeriyabû gundê xwe, Birbinê yê li herêma Efrînê, da ku serdana dayika xwe ya nexweş bike.

Her li gorî agahiyan, Waêl Xelîl roja 30ê Tebaxê, dema ku ji Efrînê ji bo serdana xizmên xwe çûbû taxa Şêx Meqsûd a Helebê, li wir hatiye girtin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn û bi hezar Kurd û bi taybet ên Efrînê lê dijîn. Ew tax di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment