Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Seîd Xalid kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10ê Îlonê bi boneya koça dawî ya Cîgirê Serokê Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Wezîrê berê yê Herêmê ji bo Karûbarên Parlamentoyê Seîd Xalid, peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, sersaxî li malbat, kesûkar û hevalên Seîd Xalid kir û got: "Ez sersaxiyê li malbat, kesûkar û hevalên birêz ên xwedêjêrazî Seîd Xalid dikim û hevparê xema wan im."
Di beşeke din a peyamê de, Serokwezîr Barzanî wiha got: "Xwedayê mezin giyanê wî bi behiştê şad bike û aramî û hedariyê jî bide malbat, dost û hevalên wî."
Seîd Xalid, di sala 1963yan de li Hewlêrê ji dayik bûye. Di dawiya sala 1979an de tevlî refên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê bûye û bûye Pêşmerge.
Piştre di nava Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê de kar kiriye û bûye Endamê Komîteya Navendî û piştre jî Endamê Mekteba Siyasî ya heman partiyê.
Di Kabîneya Pêncem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de weke Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Parlamentoyê xizmet kiriye.