Zekî Îrmez: Dewlet bi planeke sîstematîk daristanên Şirnexê talan dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez, talankirina daristanan û wêrankirina xwezaya herêma Botanê weke polîtîkayeke bi plan û sîstematîk a dewletê bi nav kir. Îrmez diyar kir, ev qirkirina ekolojîk bi salan e berdewam e û gelê Kurd li hemberî vê yekê di nava berxwedaneke mezin de ye.
Zekî Îrmez ji K24ê re tekez kir, birîna daran ne karekî ji rêzê ye û got: "Ev bi plan tê kirin. Bi awayekî organîze û sîstematîk ev qirkirin heye. Ev plan bi sêalî tê meşandin: bi destê parêzgeha Şirnexê, hêzên ewlekariyê û gerînendetiya daristanan. Ev plan û proje bi hev re pêk tînin."
"Polîtîkayeke Metîngeriyê ye ku Bi Salan e Didome"
Parlamenter Îrmez da zanîn, ev wêrankarî ne nû ye û bi salan e li herêma Botan û seranserê Bakurê Kurdistanê tê meşandin. Wî ev yek weke polîtîkayeke metîngeriyê (kolonyalîzm) ya li hemberî erdnîgariya Kurdistanê pênase kir û wiha pê de çû:
"Bi her awayî talanî heye. Weke ku desthilatdariya dewletê nêzîkatiyeke metîngeriyê li hemberî erdnîgariya Kurdistanê dimeşîne. Carinan daristan tên şewitandin, carinan bi navê 'ewlekariyê' deverên berfireh tên birîn. Her tim bi navê dewlemendiyên binerd û sererd, bi taybetî li herêma me Botanê, ji bo talankirinê rê li ber şîrket û sermayedaran vedikin. Armanc ew e ku bi awayekî rantê, ev dever bêne talankirin."
"Berxwedana Gel dê Bidome"
Îrmez bal kişand ser nerazîbûn û têkoşîna gel a li dijî vê talanê û destnîşan kir ku ev berxwedan dê nesekine. Wî got: "Bi salan e gelê Kurd li hemberî vê yekê di nava berxwedaneke mezin de ye û bedelên giran dide. Bi taybetî piştî sala 2015an, li ser hemû nirxên gelê Kurd êrîş hatin kirin û beşek ji van êrîşan jî wêrankirina ekolojî û xwezayê bû. Îro me meşeke girseyî bi tevlêbûna bi hezaran kesan lidar xist û li herêma Bestayê nobeta parastina daristanan da destpêkirin. Ev nerazîbûn dê bidome heta ku ev talanî bi dawî bibe."
Pêvajoya Aştiyê û Aştiya bi Xwezayê re
Di dawiyê de, Zekî Îrmez pêwendiya di navbera pêvajoya çareseriyê û parastina xwezayê de anî ziman û got: "Em pêvajoya aştiyê erênî dibînin û ji bo serkeftina wê têdikoşin. Lê belê, eger aştiyek hebe, divê li gel nirxên gelê Kurd, ji bo xwezaya Kurdistanê jî aştiyek pêk were. Talankirina ku li ser erdnîgariya me tê kirin, divê bi dawî bibe. Heta ku ev talanî bi dawî nebe, em ê jî têkoşîna xwe bidomînin."