HSD: Me li Dêra Hafirê êrişa çekdarên ser bi Şamê ve têk bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li eniyên şer ên nêzî bajarê Dêra Hafir yê ser bi Helebê ve, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Sûriyeyê ve alozî derket. Her du aliyan daxuyaniyên dijber dan û hevdu bi destpêkirina êrişan û binpêkirina agirbestê tawanbar kirin. 

HSD: Me bersiva hewla ketina Dêr Hafirê da

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê eşkere kir, komek çekdarên girêdayî hikumeta Şamê hewl da bikeve herêma Dêr Hafir û top avêtin. Li gorî daxuyaniyê, hêzên HSDê bi tundî bersiva van hewldanan dane û êriş têk birine.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Aliyê ku hewl daye bikeve herêmê û binpêkirin kiriye, berpirsê van êrişan e û gefan li aramiya giştî dixwe." HSDê herwiha ji şêniyên herêmê re ragihand, rewş di bin kontrolê de ye û ew ji bo parastina xak û gelê xwe û bersivdana her êrişekê di amadebaşiyê de ne.

Gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya HSDê, Ferhad Şamî, derbarê mijarê de ji rojnamevanan re rewş wekî "aram" bi nav kir. Di daxuyaniya HSDê de derbarê zirarên canî û madî de ti agahî nehatin parvekirin.

Şam: HSDê bi awayekî bêberpirsiyar û ji nîşka ve êrîş kir

Ji aliyê din ve, Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê bi rêya ajansa nûçeyan a fermî (SANA) daxuyaniyek belav kir û HSD bi destpêkirina êrişan tawanbar kir. 

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, HSDê "bi awayekî bêberpirsiyar û ji nîşka ve" ji cihên xwe yên li firokxaneya leşkerî ya Cerahê û derdora bajarê Meskeneyê, dest bi topbarankirina gundên Kiyarîye, Resm el-Ehmer û Hebûbe Kebîr ên li gundewarê rojhilatê Helebê kiriye.

Wezareta Berevaniyê îdia kir, di encama vê topbaranê de du welatiyên sivîl hatine kuştin û sê kesên din jî birîndar bûne. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî vê "destdirêjiyê", hêzên wan li herêmê ketine tevgerê û bersiv dane çavkaniyên êrişê.

 
 
Fly Erbil Advertisment