Stenbol: Dest bi ser du kanalên navdar û bi dehan kompanyayan de hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê, Îro serê sibê hêzên ewlehiyê dest danîn ser du kanalên televîzyonê yên navdar Haberturk û Show TV, ligel 121 şirketên din ên girêdayî holdîngê.

Di çarçoveya operasyona ku îro serê sibê li Stenbolê birêve çû de, ji bilî her du kanalên navborî, dest danîn ser 121 şirketên din ên girêdayî Can Holdîngê jî, ku di warên cuda yên wekî fînans, enerjî û perwerdehiyê de kar dikin.

Li gorî daxuyaniya serdozgeriyê, lêpirsîn li ser bingeha raporên Lijneya Lêkolîna Sûcên Darayî (MASAK) hatiye destpêkirin. Di raporan de hatiye eşkerekirin ku di bin sîwana Can Holdîngê de pereyên bi çavkaniyên nediyar hatine gerandin, bac ji dewletê hatiye revandin û pereyên ji sûcan hatine bidestxistin bi awayekî organîze hatine spîkirin.

Qeyûm ji bo Hemû Kompanyayan Hat Tayînkirin

Di encama operasyonê de, Sindoqa Bîmeya Teserûfê (TMSF) wek qeyûm li ser hemû mal û milkên Habertürk, Show TV û şirketên din ên girêdayî holdîngê hat tayînkirin. Herwiha, ji bo xwediyên holdîngê Kemal Can, Mehmet Şakir Can û rêveberê payebilind Kenan Tekdag jî di nav de, ji bo 10 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn.

 
Fly Erbil Advertisment