Şêwekar Çawan Rehîm bi 21 tabloyan derûniya mirov li Silêmaniyê nîşan dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekara ciwan a Kurd Çawan Rehîm li Silêmaniyê bi pêşangeheke hunerî ya nû derket pêşberî hunerhezan. Di pêşangehê de ku ji 21 tabloyên mezin pêk tê, hunermend bi şêwaza ekspresyonîzmê li ser têgeha "Mekanîzmayên Berevaniyê" yên derûnî radiweste û têkoşîna navxweyî ya mirovan bi reng û firçeyê tîne ziman.
Çawan Rehîm, ku nû ji Koleja Hunerên Ciwan a Zanîngeha Silêmaniyê derçûye, diyar kir ku ev proje di çarçoveya xwendina wê ya dawî ya zanîngehê de hatiye amadekirin. Wê da zanîn ku piştî ezmûnên cuda yên hunerî, wê şêwaza Ekspresyonîzmê (Derbirîn xwazî) ji bo xwe hilbijartiye, da ku bikaribe hest û babetên girîng ên civakê bi awayekî baştir nîşan bide.
Derbarê naveroka pêşangehê de, Çawan Rehîm got: "Mijara sereke ya karên min 'Mekanîzmayên Berevaniyê' ye. Ew rêbaz in ku mirov di jiyana rojane de bi awayekî nezaneyî ji bo parastina xwe li hemberî fikar, tirs û alozîyên hestyarî bi kar tîne."
Pêşangeh ji 21 tabloyên bi pîvanên 2.5 metran bi 1.4 metran pêk tê. Di tabloyên xwe de, Çawan Rehîm bi rengên tarî û fîgurên mirovî yên di nav tevgerên xurt ên hestyarî de, hewl dide ku aliyên veşartî yên derûniya mirov û têkoşîna wî ya navxweyî û derveyî bide xuyakirin.
Ev berhemên hunerî weke rêwîtiyeke dîtbarî di nav kûrahiya hest û derûniya mirov de têne binavkirin û ji aliyê hunerhezan ve bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin.