Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî navenda hikûmî ya Otîzmê nûjen dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ragihand, ew ê bi hevkariya Komeleya Bankên Taybet ên Iraqê, navenda hikûmî ya otîzmê nûjen bikin.
Mûsa Ehmed îro 11ê Îlonê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî erkeke giran li ser milên wê ye û Saziya Xêrxwaziya Barzanî ji roja yekem ve amadebûna xwe ji bo alîkariyê nîşan daye.
Herwiha got, navendên otîzmê yên saziya wan mînakî (nimûneyî) ne û bandoreke wan a mezin heye, bi taybetî di vegerandina zarokên bi otîzmê bo xwendina asayî de. Wek mînak, wî da zanîn ku 63 zarokên bi otîzmê ji Navenda Îmaratî ya li Hewlêrê vegeriyane xwendina asayî, ku ev yek cihê kêfxweşiyê ye.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amadebûna xwe tekez kir ku ji bo hemû navendên girêdayî Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, rahênan, pispor, mamoste û kelûpelan dabîn bikin.