Piştî 11 salan jinek û keçeke Êzdî gihîştin Lalişê û bi ava Kaniya Spî hatin morkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Perestgeha Lalişê ya pîroz, bi merasîmeke olî û bi dilsosiyeke mezin, pêşwazî li jinek û keçeke Kurdên Êzdî hat kirin ku piştî 11 salan ji destê çekdarên DAIŞê hatibûn rizgarkirin.

Her du rizgarbûyî, Suad û keçeke din, li Perestgeha Lalişê ji aliyê malbatên wan, kesayetên olî û welatiyan ve bi çepik û lîlandinê hatin pêşwazîkirin. Li gorî rêûresmên ola Êzdiyatiyê, ew li "Kaniya Spî" bi ava pîroz hatin morkirin û careke din vegeriyan nav civaka xwe.

Suad Xelef a ku piştî 11 salên dîliyê gihîştiye azadiya xwe, hestên xwe wiha anî ziman: "Bi rastî wekî xewnekê bû, ez gelek kêfxweş im ku careke din vegeriyam Lalişê û min xwedayê xwe dît. Min qet bawer nedikir ku ez ê careke din bêm vir. Ez hêvî dikim hemû keç û jinên di destê wan de ne, mîna min xelas bibin û rizgar bibin."

Wekîlê Mîrê Êzdiyan Cehwer Elî Beg di merasîmê de axivî û tekez kir, li ser biryara Mîr û Civata Rûhanî, her kesê ku ji destê DAIŞê rizgar dibe, bi rûmet tê pêşwazîkirin.

Cehwer Elî Beg got: "Dema rizgarbûyî tên, em wan tînin Lalişa Nûranî, bi ava Kaniya Spî û Zimzimê wan mor dikin û ew serbilind vedigerin nav miletê xwe. Em qedrê wan digirin û ew li ser serê me ne."

Îso Elî ku yek ji xizmên wan e diyar kir, keça rizgarbûyî biraziyê wî ye û xelqê gundê Koço ye. Îso Elî got: "Ev biraziyê min bû, 11 sal in di destê DAIŞê de bû. Ji gundê Koço hatibû revandin. Sê birayên min û du biraziyên min ên din jî hatine girtin. Hêviya me ew e ku bi hezaran windayiyên me yên din jî werin rizgarkirin."

Piştî fermana sala 2014an a li ser Şingalê, Mîr û Civata Rûhanî ya Êzdiyan biryar dabûn ku her kesê ji destê DAIŞê were rizgarkirin, divê bi germî were hembêzkirin û bi rêûresmên olî li Lalişê were pîrozkirin. Heta niha bi sedan jin û zarok bi vî awayî vegeriyane nav civaka xwe, lê hîn jî çarenivîsa bi hezaran Êzdiyan ne diyar e.

 
 
Fly Erbil Advertisment