Operasyoneke din li dijî şaredariyeke CHPê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê, operasyoneke berfireh li dijî Şaredariya Bayrampaşayê, ku di destê Partiya Gel a Komarî (CHP) de ye, hate lidarxistin. Di çarçoveya lêpirsîna ku bi tometa "gendelî û nelirêtiyê" hatiye destpêkirin de, Şaredarê Bayrampaşayê Hasan Mutlu jî di nav de, derbarê 48 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, di operasyona ku îro 13ê Îlonê serê sibê dest pê kir de, gelek endamên meclisa şaredariyê û berpirsên din jî hatine binçavkirin. Lêpirsîn, ku li ser bingeha îdiayên gendeliyê di îhaleyên şaredariyê de tê meşandin, di demekê de tê ku aloziyên siyasî yên li ser şaredariyan di rojevê de ne.

Ev operasyon rojek piştî daxuyaniyên surprîz ên Serokê Giştî yê MHPê û hevparê desthilatê, Devlet Bahçelî, pêk hat. Bahçelî duh daxwaz kiribû ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê ji kar dûrxistî Ahmed Tirk, wekî Şaredarê Esenyurtê yê berê Ahmed Ozer, vegere ser karê xwe.

Daxwaza Bahçelî di raya giştî de wek nîşaneya "nermbûnekê" li hemberî siyaseta qeyûman hatibû şîrovekirin, lê operasyona li dijî şaredariyeke din a CHPê, nîqaşên nû li ser siyaseta hikûmetê ya li hemberî şaredariyên muxalefetê derxist holê.

Hîn ne diyar e ka ev lêpirsîn dê çawa bandorê li ser têkiliyên di navbera desthilat û muxalefetê de bike, lê binçavkirina şaredarekî din ê CHPê wek berdewamiya zextên li ser rêveberiyên herêmî yên di destê partiyên dijber de tê nirxandin.

 
Fly Erbil Advertisment