Li Şamê xwendekarên Kurd ên serkeftî hatin xelatkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Xwendewan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî – Rojava, li paytexta Sûriyeyê Şamê, bi merasîmeke taybet xwendekarên Kurd ên ku qonaxa Bakeloryayê bi serkeftî bi dawî anîn, xelat kirin.

Aheng bi amadebûna xwendekarên serketî, malbatên wan, endamên yekîtiyê û nûnerên gelek sazî û komeleyên rewşenbîrî yên Kurdî pêk hat. Di merasîmê de ku bi mûzîk û stranên Kurdî hatibû xemilandin, gelek plaketên rûmetê diyarî xwendekaran hatin kirin.

Armanc: Piştgiriya Xwendinê û Parastina Nasnameyê

Li gorî rêveberên yekîtiyê, armanca sereke ya vê çalakiyê ew e ku piştgirî û handanê bidin xwendekarên Kurd da ku di warê xwendin û zanistê de pêş bikevin. 

Ehmed Haco, yek ji rêkxerên ahengê, diyar kir ku ev roj ji bo wan gelekî girîng e û got: “Em dixwazin piştgiriya xwendekarên xwe bikin ku karibin li zanîngeh û dibistanan rolên xwe bilîzin û ji bo civaka xwe tiştên baş bikin.”

Di ahengê de hat tekezkirin ku serkeftina xwendekarên Kurd ne tenê serkeftineke kesane ye, belkû serkeftina civaka Kurd û doza wê ya rewa ye. Hat destnîşankirin ku xwendin û fêrbûn "çekê herî bihêz" e ji bo avakirina pêşerojeke geş û parastina nasname û hebûna Kurdan li Sûriyeyê.

Xwendekar: "Serkeftina me ya Kurdistanê ye"

Xwendekarên ku hatin xelatkirin kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya Yekîtiya Xwendewanan kirin.

Xwendekar Eyman Husên got: "Piştî 12 salan ji xwendinê, ev xelatkirin ji bo me bûye cihê şanaziyeke mezin." 

Xwendekareke din, Hela Merwan, hestên xwe wiha anî ziman: "Ev ne serkeftineke ferdî ye, ev serkeftina Kurdistanê û serkeftina şehîdên me ye."

Her wiha, xwendekaran daxwaz kirin ku sazî û dezgehên Kurdî zêdetir piştgiriya wan bikin, bi taybetî di qonaxa zanîngehê de, da ku karibin bê astengî xwendina xwe temam bikin.

Merasîm bi gerandina govend û dîlanên Kurdî, xwendina helbestên niştimanî û stranên folklorî bidawî bû.

 
Fly Erbil Advertisment