Profesorê Kurd Reşad Mîran Xelata Pûşkîn ji Pûtîn wergirt
Navenda Nûçeyan (K24) – Profesorekî Kurd ê di warê wêje û civaknasiyê de, ji bo cara yekem di dîrokê de, Midalyaya Pûşkîn a taybet bi warên çandî, hunerî û zanistên mirovî ji destê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn wergirt.
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn duh 4'ê Mijdarê di merasîmeke taybet de bi boneya Cejna "Roja Yekîtiya Niştimanî", li Qesra Serokatiyê ya Rûsyayê (Kremlîn), Midalyaya Pûşkîn pêşkêşî zana û kesayetiyê navdar ê Kurd, Profesor Reşad Mîran kir.
Ev xelat ji sala 1999'an ve ji bo wan kesayetiyên ku di warên çandî, hunerî û zanistên mirovî de di lêkolîn, parastin û belavkirina çanda Rûsyayê de xwedî ked in, tê dayîn. Bi vê yekê re, Profesor Reşad Mîran bû yekemîn Kurd ku vê xelata bi prestîj werdigire.
Di merasîmê de, Profesor Mîran gotarek pêşkêş kir û spasiya Serokê Rûsyayê kir û got: "Ez gelek kêfxweş im ku îro di vê boneyê de ev midalya ji min re tê dayîn. Cihê şanaziyê ye ku kar û hewldanên min wek zanayekî etnograf (nijadnas) ji aliyê Rûsyayê ve hatine nirxandin."
Profesor Mîran herwiha bal kişand ser têkiliyên dîrokî û got, "Kurdistan û Rûsya xwedî têkiliyeke xurt û dîrokî ne. Min ji aliyê xwe ve her dem piştgirî daye vê dostaniyê. Ez hêvîdar im ku wek her carê karibim di hemahengî û têkiliyê de bim bi nûneratiya konsulxaneya Rûsyayê re û ji aliyê dîrokî û etnografî ve sûdê bigihînim wan."
Herwiha, Profesor Miran daxwazek ji Serokê Rûsyayê kir û got: "Em dixwazin ku li Rûsyayê pirtûk, kovar û rojnameyên zêdetir li ser Kurdan û çanda Kurdî hebin. Em dixwazin têkiliya me bi zimanê Rûsî re berdewam be." Di dawiya axaftina xwe de, Rashad Miran bi herdu zimanên Kurdî û Rûsî spasiya Vladîmîr Pûtîn kir.
Pîrozbahî ji Hewlêrê
Li ser vê yekê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd a şaxa Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û pîrozbahî li Profesor Miran kir, destnîşan kir ku ew yekemîn zanayê Kurd e ku vê xelatê werdigire.
Herwiha, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnav jî bi daxuyaniyekê, bi navê parêzgeha Hewlêrê, pîrozbahî li Profesor Reşad Mîran kir û got: "Wergirtina vê xelata bihadar, ku salane ji aliyê Kremlînê ve tê bexşandin, em wek destkefteke girîng ji bo gelê xwe dibînin û dubare pîrozbahiyê lê dikin."
