Sîrwan Barzanî: PDK mertal û berevana Kurdistanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekê Komîteya Navendî ya PDKê got ku, PDK mertal û berevana Kurdistanê ye û dev jê bernade lê Bexda bi aliyên din re bizavê ji bo lihevkirinê dike.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Sîrwan Barzanî tevlî bernameya Basî Rojê ya Kurdistan24ê bû û got: “PDK daxwaza demokrasî û pêkvejiyanê dike lê destûr ji bo Kurdan nehatiye bicîhanîn û Iraq jî pereyên Kurdistanê dixwe û projeyan pê çê dike, lewma girîng e ku dengdêrên aliyên din jî dengê xwe bidin PDKê, da ku em bihêz ber bi bicîhanîna destûrê ve biçin.”
Sîrwan Barzanî tekez jî kir: “PDK li Bexdayê nûnertiya Kurdistanê dike û ji bo azadbûna Kurdistanê alavek e.” Herwesa got: "Serkirdetiya PDKê rojekê jî ji gelê xwe veneqetiyaye."
Navbirî amaje jî da: “PDK mertal û berevana Kurdistanê ye û dev jê bernade lê Bexda bi aliyên din re bizavê ji bo lihevkirinê dike.”
Endamê Komîteya Navendî ya PDKê di derheqa kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî ragihand: "Tiştê ku kabîneya nehê di wê krîza aborî de kiriye mûcîzeyek e. Tevî wan hemî astengiyên ku ji bo me tên çêkirin, hîn jî hesûdî bi me tê birin."
Sîrwan Barzanî tekez jî kir: “Destkeftiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serkirdetiya PDKê bûne sedem ku aliyên din xwe di dema bangeşeyê de jî tu hincet ji bo rexnekirina PDKê nebin.”
