Piştî biryara DMME'yê, şandeyên DEM Partiyê serdana Demîrtaş û Yuksekdag dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand, piştî biryara dawî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û pêşhatên siyasî, îro şandeyên wê dê serdana Hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bikin.
Li gor daxuyaniya DEM Partiyê, Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullari û Parlamenter Cengîz Çîçek dê îro 4ê Mijdarê serdana Selahattîn Demîrtaş a li Girtîgeha Edîrneyê bikin.
Hat ragihandin ku piştî hevdîtinê, şande dê li ber deriyê girtîgehê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.
Hevdem, Parlamentera DEM Partiyê Meral Danîş Beştaş jî dê serdana Girtîgeha Kandirayê bike û bi Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag re bicive.
