Piştî valakirina baregehên leşkerî, çendîn rêyên sereke li Efrînê hatin vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya Bajarê Efrînê, piştî ku hêzên Tirkiyê hejmarek baregehên leşkerî û ewlehiyê vala kirin, çendîn rêyên sereke yên ku ji sala 2018an ve girtî bûn, ji nû ve ji çûnûhatinê re vekirin.
Şaredariya Efrînê îrO 15ê Îlona 2025an, bi rakirina bendên axê û blokên çîmentoyê, hejmarek rêyên ku ji dema dagirkirina herêmê ve di sala 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve hatibûn girtin, vekirin.
Ev pêngav piştî wê yekê tê ku hêzên Tirkiyê hejmarek avahiyên hikûmî yên ku wekî baregehên leşkerî û ewlehiyê bi kar dianîn, vala kirin û radestî Hikûmeta Sûrî ya Demkî kirin.
Hêzên Tirkiyê şeş baregeh vala kirin
Li gorî çalakvanên Efrînê, hêzên Tirkiyê şeş baregehên leşkerî û ewlehiyê li navenda bajarê Efrînê û navçeya Cindirêsê vala kirine û radestî Dezgeha Ewlekariya Giştî kirine.
Baregehên hatine valakirin:
Li navenda bajarê Efrînê:
1. Çargoşeya Ewlehiyê
2. Dibistana Azhar Efrîn a Taybet
3. Dibistana Komandos
4. Amadehiya Feysel Qedûr
Li navçeya Cindirêsê:
1. Çargoşeya Ewlehiyê
2. Baregeha Sarayê
Tevî van guhertinan, hêzên Tirkiyê hîn jî li çendîn xal û baregehên din li herêma Efrînê dimînin.