Pirtûkên Demîrtaş li Girtîgeha Edeneyê tên qedexekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ragihand, rêveberiya Girtîgeha Sûlûcayê ya li Edeneyê, bi hinceta ku naveroka wan "hestiyar" e, rê nade ku pirtûkên Selahattîn Demîrtaş bigihîjin destê girtiyan. Bozan da zanîn, ev ne cara yekem e pirtûkên nivîskarên Kurd bi awayekî kêfî tên astengkirin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Edeneyê Alî Bozan li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “X” peyameke vîdyoyî belav kir. Bozan di peyama xwe de diyar kir, pirtûkên Selahattîn Demîrtaş ên bi navê "Dad" û "Arafta Düğün" (Daweta di Navberê de) ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatine qedexekirin û bi hinceta "naveroka hestiyar" radestî girtiyan nayên kirin.
Bozan bal kişand ser gotinên ku qaşo pirtûkên Kurdî li girtîgehan serbest in û wiha got: "Ev tenê gotin e û di pratîkê de tiştekî wisa tine."
Herwiha, parlamenterê DEM Partiyê amaje bi wê jî kir ku berê jî pirtûka nivîskarê navdar ê Kurd Mehmed Uzun a bi navê "Siya Evînê" ji aliyê heman girtîgehê ve hatibû astengkirin û piştî heşt mehan nû gihîştibû destê girtiyan.
Demîrtaş û Nivîskariya li Girtîgehê
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji dema girtina xwe ve heta niha gelek pirtûk nivîsandine û berhemên wî li Tirkiyeyê rastî pêşwaziyeke mezin tên. Beşek ji pirtûkên wî ji bo zimanên biyanî û zaravayên din ên Kurdî jî hatine wergerandin.
"Dewran", "Seher", "Efsûn", "Leylan", "Dad" û "Cemal" ji pirtûkên herî navdar ên Demîrtaş in ku li girtîgehê nivîsandine.
Selahattîn Demîrtaş di sala 1973'an de li Xarpêta Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Ew di 4'ê Mijdara 2016'an de ligel Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya wê demê Fîgen Yuksekdag û gelek parlamenterên din hatibû girtin û heta niha jî di girtîgehê de ye.