Çandar: Ji bo pêvajoyeke rasteqîn a aştiyê, divê Demîrtaş bê berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê yê Diyarbekirê Cengîz Çandar, piştî serdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli li Girtîgeha Edîrneyê, daxuyaniyek da. 

Çandar daxwaz kir ku her du siyasetmedar demildest bên berdan û got, ger bi rastî li Tirkiyeyê pêvajoyeke aştiyê dest pê bike, ev yek şertekî bingehîn e.

Cengîz Çandar destnîşan kir, Selahattîn Demîrtaş li benda cîbicîkirina biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya 8'ê Tîrmeha 2025'an e. Herwiha got: "Dema sê mehan a ku ji bo îtiraza Tirkiyeyê li dijî biryarê hatibû dayîn, li ber xilasbûnê ye. Eger Tirkiye îtiraz neke, divê Demîrtaş demildest were berdan."

Parlamenterê DEM Partiyê herwiha da zanîn, rewşa heyî nîşan nade ku pêvajo ber bi aştiyê ve diçe û wiha axivî: "Heger hûn bixwazin ji vê pêvajoyê aştiyek derkeve, divê hûn bawerî û piştevaniya civakê bidest bixin. Lê bi girtîhiştina Selahattîn Demîrtaş, hûn nikarin di pêvajoyê de ti baweriyekê ji bo civakê ava bikin."

Beriya niha Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, biryara xwe ya derbarê azadkirina Demîrtaş de dubare kiribû û ji bo ku Tirkiye li dijî biryarê îtiraz bike, mohleteke sê mehan diyar kiribû.

 
 
Fly Erbil Advertisment