Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê hemî erkên xwe bi zêdehî ve bi cîh anîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya îro de tekez li ser wê yekê kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî erk û pabendiyên xwe yên destûrî bi zêdehî ve bi cîh anîne û hemî nermîtî nîşan daye, da ku hemî pirsgirêk û astengiyên teknîkî yên ku wekî hincet ji bo neşandina mûçeyan hatine bikaranîn nehêle.
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 17ê Îlona 2025ê) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.
Li gorî ragihandina malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di para yekê ya civîna îro de dawî pêşhatên doza hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û mijara dahatên negirêdayî petrolê û mûçe û Mafên darayî yên mûçexurên Herêma Kurdistanê û nîqaşkirina mekanîzma û rêkarên bicîhanîna pabendiya hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî biryara encûmenên wezîran ên herdu aliyan û hevfêmkirina hevpar ji aliyê herdu aliyan ve hatin pejirandin.
Serokwezîr Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê civînê de tekez kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî erk û pabendiyên xwe yên destûrî bi zêdehî ve bi cîh anîne û hemî nermîtî nîşan daye, da ku hemî pirsgirêk û astengiyên teknîkî yên ku wekî hincet ji bo neşandina mûçeyan hatine bikaranîn nehêle, ji ber vê yekê jî divê ev pirsgirêk êdî nebin asteng ji bo dayîna mûçeyên Herêma Kurdistanê, ku mafekî wan ê qanûnî û rewa ye ku ji hêla hikûmeta federal ve bên şandin.
Herwesa amaje hatiye dan ku, Sekretêrê Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm jî di du bergên raportekê de hûrgiliyên dawî pêşniyara hevpar a hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser lezkirina di destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de berçav kirin.
Li dû vê hevfêmkirina nû, tevî piştgiriya bicîhanîna biryara pêştir a encûmenên wezîran ên herdu aliyan, ku tevaya petrola berhemhatî ya Herêma Kurdistanê radestî şîrketa SOMOyê (ji bilî rêjeya bikaranîna navxweyî) bê kirin. ev qonax jî li ser îmzekirina peymana sêalî ji bo hinardekirina petrolê rawestiyaye.
Wê ragihandinê tekez jî kiriye ku, heta dema îmzekirina sêalî, Herêma Kurdistanê dê pişka xwe ya petrolê radestî Wezareta Petrolê ya Iraqê bike. Ji bo vê meremê jî, Encûmena Wezîran Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û şanda danûstandinan erkdar kirine ku rêkarên pêdivî bi cîh bînin û divê hikûmeta federal jî li beranberî wê yekê pabendiya xwe bi neşandina mûçeyan yekser bi cîj bîne.
Li ser doza dahatên negirêdayî petrolê û biryara Encûmena Wezîrên Iraqê ya şandina vê mijarê bo Encûmena Dewletê, Encûmena Wezîran nêrînên xwe yên destûrî û qanûnî li ser vavartina dahatên negirêdayî petrolê yên Federal û destnîşankirina pişka xezîneya federal, ku pişta xwe bi madeyên 12/du-D ji qanûna budceya federal û madeya 29ê ji qanûna birêvebirina darayî ya federal û benda sêyê ya Biryara Dadgeha Bilind a Federal a jejmar 224 a 2024/2/21 tekez kir, ku hemî qanûn û biryarên federal in û dahatên navxweyî bi awayekî zelal vavartine û para xezîneya federal û Herêma Kurdistanê wekî ku di yadaşta herî dawiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye û bi awayekî fermî ji hikûmeta federal re hatiye şandin.