Li Qamişlo Kurd, Ereb û Suryanan bi dîlanê peyama pêkvejiyanê dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişlo, Festîvala Hunerên Gelêrî bi beşdariya 27 tîmên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûrî û Suryanî bi rengekî coşdar hat lidarxistin. Di festîvalê de, ku tîmek ji Dihokê jî beşdar bû, peyama aştî, hezkirin û pêkvejiyana di navbera gelên herêmê de hat dayîn.
Di festîvalê de, 27 tîmên folklorê ji bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û herwiha tîmeke taybet ji Dihoka Başûrê Kurdistanê beşdar bûn. Pêkhateyên wekî Kurd, Ereb, Asûrî û Suryanî bi cil û berg û dîlanên xwe yên resen derketin ser dikê û tabloyek ji mozaîka çandî ya herêmê pêşkêş kirin.
Rêkxera Festîvalê Gulistan Ehmed derbarê armanca çalakiyê de axivî û got: "Armanca me ne tenê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, lê belê li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê ye. Wekî hûn dibînin, îro komek ji Başûrê Kurdistanê jî tevlî bûye, ku ev yek cihê kêfxweşiyê ye. Em bi vê festîvalê dixwazin peyama aştî û hezkirinê bigihînin."
Endama Koma Xelat, Newroz Şêxmûs jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ev cara yekem e ez ezmûneke wiha dikim û gelekî xweş bû. Em hemû pêkhate, Kurd, Ereb, Ermen û Suryanî gihîştin hev û her kesî çanda xwe nîşan da. Em gelekî kêfxweş in ku me tiştekî ewqas ciwan pêşkêş kir."
Festîvala Hunerên Gelêrî ya Qamişlo ev heft sal in ku tê lidarxistin û her sal bi beşdariyeke berfirehtir pêşwazî li komên hunerî û welatiyan dike. Festîval wek platformeke girîng ji bo parastina folklor û xurtkirina têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de tê dîtin.