Rêveberê Veberhênanê yê Dihokê: Plana sereke ya geştiyariyê tê çêkirin

Bendava Dihokê
Bendava Dihokê

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Veberhênanê yê Dihokê amaje da ku, gelek projeyên geştiyariyê li aliyê parêzgeha Dihokê tên bicîhanîn û herwesa hejmareke din jî hatiye temamkirin.

Rêveberê Giştî yê Veberhênanê yê Dihokê D. Heval Sidîq îro (În, 19ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Bendava Dihokê cihekî stratejîk e, lewma jî divê xebat li ser wê bê kirin, da ku bibe cihekî geştiyariyê û geştiyar serdana wê bikin. Ji ber vê yekê jî, biryar li ser çêkirina kornîşekî geştiyariyê li Bendava Dihokê û planeke sereke ya geştiyariyê li wê derê hatiye dayîn.”

Heval Sidîq herwesa got, “Ligel bicîhanîna vê plana sereke, veberhêner dikarin çend projeyên geştiyariyê li wê derê bi cîh bînin. Ligel ragihandina plana sereke ya geştiyariyê, em dê derfeta avakirina hotel, xwaringeh û gelek projeyên geştiyariyê bi veberhênerên xwe bidin.”

Navbirî amaje jî da, “Dihok ji ber cihê xwe yê erdnîgarî bi deverên geştiyariyê dewlemend e, ji ber vê yekê em dixwazin bêtir bala xwe bidinê û bêtir geştiyaran bikişînin û ji bo ciwanên xwe jî bêtir derfetên karî peyda bikin.”

Rêveberê Giştî yê Veberhênanê yê Dihokê tekez jî kir ku, hejmareke projeyên geştiyariyê hatiye temamkirin û dê di demeke nêzîk de bên vekirin, xasma jî li devera Amêdiyê.

 
 
Fly Erbil Advertisment