Mesrûr Barzanî: Em dilxweş in ku Japon otomobîlan bi rêya Kurdistanê hinardeyî tevahiya Iraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 20ê Îlonê di merasîmeke taybet de embar û navenda pişkinîna pêşwext a kompaniya Toyota li Dihokê vekir. 

Serokwezîr di gotara xwe de, ev proje weke nîşana baweriya mezin a navneteweyî bi Herêma Kurdistanê bi nav kir û tekezî li ser piştgiriya hikûmetê ji bo veberhênanê kir.

"Dihok Bûye Deriyê Serekî yê Otomobîlên Japonî bo Tevahiya Iraqê"

Di merasîma ku Balyozê Japonyayê li Iraqê û nûnerên kompaniya Toyota jî amade bûn de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: "Bi rastî cihê dilxweşiyê ye ku em dibînin welatekî weke Japonyayê baweriyeke wiha mezin bi Herêma Kurdistanê heye, ku bajarekî Kurdistanê hildibijêre da ku ji vir ve hemû otomobîlên Japonî yên ku tên Iraqê, ji bo bajarên din bên hinardekirin."

Serokwezîr herwiha spasiya Sardar Group kir ji bo vê projeya girîng û got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevanê projeyên bi vî rengî yên bazirganî û veberhênanê bûye û dê berdewam be.

Derfetên Kar û Pisporiya Pîşeyî

Serokwezîr Barzanî bal kişand ser feydeyên aborî û civakî yên projeyê û got: "Ez dilxweş bûm dema min dît ku beşek ji karmendên ku li vir dixebitin xelkê vê derê ne û fêrî karê pîşeyî dibin. Li vir ne tenê otomobîl tên anîn û hinardekirin, belkî li gorî standardên Japonî di bin kontrola kalîteyê re derbas dibin û beşek ji parçeyên wan jî li vir tên girêdan."

Wî tekez kir ku ev yek "derfetên kar diafirîne, pisporiyeke zêdetir tîne nav welat û xelkê me fêrî karên baştir dike."

Hikûmet dê Mafê Veberhêner û Welatiyan Biparêze

Di dawiya axaftina xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pabendbûna hikûmetê kir û got: "Bawer bin ku Hikûmeta Herêmê dê piştevanê we be ji bo parastina hemû mafên bazirgan û veberhêneran. Di heman demê de, hikûmet weke her carê dê parêzera mafên welatiyan jî be û dê asankariyên pêwîst bike ji bo avakirina pêwendiyeke saxlem di navbera bazirgan û welatiyan de."

 
Fly Erbil Advertisment