Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dihokê serdana Pêşmergeyekî dêrîn kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Dihokê serdana Pêşmergeyê dêrîn Xalid Şelî kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro 20ê Îlonê, li Dihokê serdana Pêşmerge û têkoşerê navdar û xwediyê Madalyaya Barzaniyê Nemir Xalid Şelî kir.
Di serdana xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li tenduristiya Xalid Şelî pirsî û hêviya selametiyê jê re xwest.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li parêzgeha Dihokê çendîn proje vekirin, wek vekirina durêya Şêxan-Laliş, vekirina embarek û navenda testa pêşwext a kompaniya Toyota û vekirina Parka Serhildan.