HSD: 7 kes di êrîşên komên çekdar ên girêdayî Şamê de şehîd bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Komên girêdayî hikûmeta Şamê êrîşî gundekî Dêr Hafir ê li rojhilatê Helebê kir û di encamê de 7 kes hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de belav kir, komên girêdayî hikûmeta Şamê yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, îro 20ê Îlonê danê êvarê li gundê Um Tîna yê gundewarê Dêr Hafirê komkujiyeke hovane li dijî sivîlan pêk anîn.
Diyar kir jî, Êrîş saet heftê êvarê dest pê kirin, pêşî bi dronan hatin kirin û piştre jî bi topbarankirineke giran hatin berdewamkirin, ku rasterast malên welatiyan kirin armanc.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya HSDê, di encama van êrîşên hovane de, 7 sivîlên bêguneh şehîd bûn û 4 kesên din jî birîndar bûn.
Navên Şehîdan:
- Emîne Mihemed El-Ezawî (75 salî)
- Fatma Heye Ubêd (65 salî)
- Emîne Mihemed El-Hemze (22 salî)
- Ayşe Hemze Ubêd (18 salî)
- Hemze Ubêd El-Rezzaq (4 salî)
- Ebdulxenî Rehman El-Ubêd (1 salî)
- Rehef Husên El-Ezawî (23 salî)
Navên Birîndaran:
- Cuma Hemûd El-Muhayîsîn (60 salî)
- Meryem Hemûd El-Muhayîsîn (55 salî)
- Helîme Mehmûd El-Muhayîsîn (65 salî)
- Emîne Hemûd El-Emûra (20 salî)
Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniya xwe de, ev tawana hovane bi tundî şermezar kir û got: "Em bi tundî vê tawana nefret şermezar dikin, ku di çarçoveya nêzîkatiya berdewam a van koman de ye ku ev çend sal in sivîlên bêçek dikin armanc. Em tekez dikin ku bêcezabûnê cesaret daye dubarekirina van binpêkirinan."