Zivistan zû hat: Deverên bilind ên Bakurê Kurdistanê û Deryaya Reş sipî bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke sermayê û berfbarînê deverên bilind ên Bakurê Kurdistanê û herêma Deryaya Reş a Tirkiyeyê girt bin bandora xwe. Li gelek cihan berfa ku barî, dîmenên zivistanê yên zûwext afirandin.
Li gorî agahiyan, ev pêla duyem a berfê ya îsal e ku li herêmê dibare. Ji ber berfbarînê, gelek deverên bilind ên li parêzgehên weke Qers, Erdexan û Agiriyê yên Herêma Serhedê bi berfê hatin nixumandin.
Bi taybetî li hin zozanên Erdexan û Rîzeyê, stûrahiya berfê gihîşt 30 santîmetreyan, ku ev yek bandor li jiyana welatiyan û ajaldaran kir.
Ev pêla berfê piştî baranên dijwar tê ku di rojên borî de li herêma Deryaya Reş bibûn sedema rabûna lehiyên mezin. Ji ber lehiyan, gelek pir û rêyan ziyan dîtibûn û niha jî hatina berfê nîşana guherîna tund a keşûhewayê ye li herêmê.