Li Zanîngeha Selahedînê kolejeke nû hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kolejeke nû li Zanîngeha Selahedînê hat vekirin û ji bo îsal tê plankirin ku 170 xwendekar ji bo hemû beşên wê werin wergirtin. Bi vekirina vê kolejê re, hejmara kolejên zanîngehê gihişt 17 kolejan.

Rêveberê Ragihandina Zanîngeha Selahedînê Saman Ebdullah îro 21ê Îlonê ji malpera K24 re ragihand, li ser bingeha fermana wezarî ya hejmar 16971 a roja 14ê Îlona 2025an û fermana zanîngehê ya hejmar 14377, bi awayekî fermî "Koleja Kompîuter û Înformatîksê" hatiye vekirin.

Saman Ebdullah herwiha got: "Plana wergirtinê ya ji bo îsal dê 170 xwendekar be. Kolej xwedî avahî û stafeke temam e û avahiya wê di nav Koleja Zanistê de, li ser rêya Hewlêr-Kerkûkê ye."

Koleja nû ji sê beşan pêk tê:

1.    Teknolojiya Zanyariyê (Information Technology)

2.    Zanista Kompîuterê (Computer Science)

3.    Zîrekiya Destkird (Artificial Intelligence)

Vekirina vê kolejê weke pêngaveke girîng ji bo pêşxistina warên zanistî yên modern li zanîngehê û peydakirina derfetên nû ji bo xwendekaran tê dîtin.

 
Fly Erbil Advertisment