Pêşewa Hewramanî: Rêkeftina sêalî ya petrolê nêzîk e

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, îmzekirina rêkeftineke sêalî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federal a Iraqê û kompaniyên berhemhîner ên petrolê de gelek nêzîk e û bi vê yekê re, ti astengî li pêşiya şandina mûçeyan namîne.

Pêşewa Hewramanî îro 21ê Îlonê ji Kurdistan24 re got, her sê alî gihiştine rêkeftinekê û wiha domand: "Îmzekirina rêkeftinê di demeke nêzîk de ye û eger tiştek neyê pêş, dê bi awayekî misoger sibe Duşemê were îmzekirin."

Herwiha Berdevkê Hikûmetê amaje bi wê yekê kir, bi îmzekirina vê rêkeftinê re, ti astengî li pêşiya şandina mûçeyan namîne û tekez kir ku "pêwîst e Hikûmeta Federal bi vî erkê xwe rabe û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne."

 
Fly Erbil Advertisment