Siweyda: Hejmara kuştiyên bûyerên Tîrmehê derket 2048 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, hejmara qurbaniyên bûyerên xwînavî yên meha Tîrmehê li parêzgeha Siweydayê gihiştiye 2048 kesan. Ev hejmar piştî dîtina termê kesekî ku 65 roj winda bû û bi awayekî "meydanî" hatibû kuştin, hate nûkirin.

Li gorî amarên dawî yên Rewangehê, ji 13ê Tîrmehê ve di encama pevçûn, kuştinên meydanî û bombebaranên Îsraîlê de bi giştî 2048 kes hatine kuştin.

Hejmara herî mezin a qurbaniyan ji xelkê Durizî ye ku bi giştî 1548 kes in. Ji van, 731 kes di pevçûnan de hatine kuştin ku di nav wan de 162 sivîl (21 zarok û 51 jin) hene.

Hejmara herî bi êş jî ew e ku 817 welatiyên Durizî, di nav de 77 jin, 15 zarok û 20 endamên kadroya tenduristiyê ya Nexweşxaneya Niştimanî ya Siweydayê, bi awayekî meydanî ji aliyê hêzên Wezareta Parastinê û Karên Navxweyî ve hatine îdamkirin.

Di nav kuştiyan de herwiha 477 endamên hêzên ewlehiyê, 15 leşkerên ku di bombebaranên Îsraîlê de hatine kuştin û 2 rojnamevan jî hene.

Rewangehê herwiha tekez kir, ji ber hebûna hejmareke mezin a kesên winda, tê payîn ku hejmara qurbaniyan hîn zêdetir bibe.

 
Fly Erbil Advertisment