Ousmane Dembélé Xelata Topa Zêrîn a 2025'an bidest xist

Ji nava jinan jî, Aitana Bonmatî ji bo cara sêyemîn li pey hev bû xwediyê xelatê û dîrok nivîsand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Lîstikvanê Fransî û êrîşberê Paris Saint-Germainê Ousmane Dembélé, bû xwediyê xelata Topa Zêrîn a 2025'an û lîstikvanê Spanyayî yê Barcelonayê Lamine Yamal li pey xwe hişt.

Li Parîsê, duh êvarê di merasîmeke bi heybet de xelatên Topa Zêrîn (Ballon d'Or) a sala 2025'an hatin belavkirin. Merasîma 69'emîn a xelatên Topa Zêrîn, ku ji aliyê kovara navdar a Fransî France Football ve tê organîzekirin, li Şanoya "Théâtre du Châtelet" hat lidarxistin. Pêşkêşvaniya şevê ji aliyê efsaneyê Hollandî Ruud Gullit û rojnamevan Kate Scott ve hat kirin.

Lîstikvanê Herî Baş

Êrîşberê Fransî yê Paris Saint-Germain (PSG), Ousmane Dembélé, wek lîstikvanê herî baş ê cîhanê hat hilbijartin.

Xelata Dembélé ji aliyê efsaneyê Brezîlyayî û xwediyê Topa Zêrîn a 2005'an, Ronaldinho ve hat pêşkêşkirin. Bi vê serkeftinê, Dembélé bû şeşemîn lîstikvanê Fransî ku vê xelata mezin bi dest dixe.

Aitana Bonmatî Dîrok Nivîsand

Di beşa jinan de, stêrka Spanyayî ya Barcelonayê, Aitana Bonmatî, careke din wek lîstikvana herî baş a salê hat hilbijartin. Xelata Bonmatî ji aliyê hemyeriyê wê yê efsanewî Andrés Iniesta ve hat pêşkêşkirin. Bonmatî bi vê yekê dîrok nivîsand û bû yekemîn lîstikvana jin ku sê salan li pey hev Topa Zêrîn werdigire.

Bîranîna Diogo Jota

Di merasîmê de, ji bo bîranîna lîstikvanê Portekîzî yê Liverpoolê, Diogo Jota, ku di bûyerek trafîkê de tevî birayê xwe André jiyana xwe ji dest dabû, kurtefîlmek taybet hat nîşandan.

Lîsteya Temam a Xelatgirên 2025'an:

Xelata Topa Zêrîn (Mêr): Ousmane Dembélé (Fransa / PSG)

Xelata Topa Zêrîn (Jin): Aitana Bonmatí (Spanya / Barcelona)

Xelata Kopa (Lîstikvanê Ciwan ê Herî Baş): Lamine Yamal (Spanya / Barcelona)

Xelata Lîstikvana Ciwan a Herî Baş: Vicky López (Spanya / Barcelona)

Xelata Yashin (Golparêzê Mêran ê Herî Baş):

Gianluigi Donnarumma (Îtalya / PSG – Manchester City)
Xelata Yashin (Golparêza Jinan a Herî Baş):

Hannah Hampton (Îngilistan / Chelsea)

Xelata Gerd Müller (Golkerên Herî Baş):
- Mêr: Viktor Gyökeres (Siwêd)
- Jin: Ewa Pajor (Polonya)

Xelata Johan Cruyff (Rahênerê/a Herî Baş):
- Mêr: Luis Enrique (Spanya / PSG)
- Jin: Sarina Wiegman (Hollanda / Tîma Neteweyî ya Îngiltirayê)

Tîma Mêran a Salê: Paris Saint-Germain (Fransa)

Tîma Jinan a Salê: Arsenal (Îngiltira)

Xelata Socrates (Ji bo Karê Mirovî):

Saziya Xana (ku ji aliyê malbata Luis Enrique ve hatiye avakirin). Xelat ji aliyê Prenses Charlene ya Monakoyê ve hat dayîn.

 
Fly Erbil Advertisment