Sûdanî: Hinardekirina petrola Kurdistanê çavkaniyên hinardekirinê pirreng dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî got, "Em îro gihîştin lihevkirineke dîrokî."
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Pêncşem, 25ê Îlona 2025ê) peyamek li ser tora civakî ya Xê weşand û tê de got, "Em îro gihîştin lihevkirineke dîrokî ku tê de, Wezareta Petrolê ya Federal dê petrola xav a ku li nav wan zeviyên ku li Herêma Kurdistanê ne hatiye hilberandin werbigire û bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê hinardeyî derve bike.”
Sûdanî herwesa ragihand, "Hinardekirina petrolê, parvekirina çavkaniyan bi awayekî dadperwerane misoger dike û çavkaniyên hinardekirinê pirreng dike."
Serokwezîrê Iraqê amaje jî da, “Ev lihevkirin dê veberhênanê teşwîq bike.”