Times of Israel: Îstixbarata Iraqê Ehmed Şera ji bizaveke kuştinê rizgar kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnameya Times of Israelê eşkere kiriye, “Ji ber aloziyên niha yên Rojhilata Navîn, pêngavên Iraqê ber bi wê arasteyê ne ku siyaseta mayînê bi cîh bîne. Iraq wesa difikire ku, ew siyaset deriyê hevpeymaniyeke nû li deverê veke ku dibe rojekê ji rojan xizmeta Îsraîlê û ewlehiya wê bike.”
Rojnameya Times of Israelê di raportekê de bi sernavê "Îraq Şera rizgar dike û bereyê Îranê parçe dibe" ron kiriye, “Dema ku îstîxbarata Iraqê planeke terorkirina Şera pûç kir, wê delîlek peyda kir ku hejmona komên çekdar ên girêdayî Îranî li deverê lawaz dibe.”
Wê raporta Îsraîlî anaje jî daye, “Piştî ketina Beşar Esed, Iraqê bizav kir ku hevsengiya têkiliyên xwe di navbera Amerîka û Îranê de biparêze, ji ber vê yekê jî dema ku Ehmed Şera dest bi kar kir, Bexda û Şamê têkiliyên xwe bi awayekî rêk xistin ku Îran nîgeran kir û bala Îsraîlê kişand.”
Li gorî wê raportê, ev destwerdana Îstîxbarata Iraqê ji bo parastina Ehmed Şera nîşan dide ku, têkiliyeke xurt di navbera Bexdayê û dezgehên îstîxbaratî yên nû yên Sûriyeyê de heye.
Wê raporta Îsraîlî amaje jî daye ku, raportên îstîxbaratî amajeyê didin ku desthilatdarên Iraqê efserên berê yên Esed ji Sûriyeyê dûr xistine û rizgar jî kirine, û ji bo Şerîa jî bi raportekê eşkere kiriye ku, wan çend efserên rejîma berê rizgar kirine.
Wê rojnameyê ron jî kiriye, “Îstîxbarata Iraqê bi parastina Serokê Sûriyeyê eşkere kir ku, di navbera her du welatan de lihevkirineke ewlehiyê çê bûye.” Herwesa gotiye, “Xwe eger Sûriye hîn jî dijmin be û ne hêjayî baweriyê be jî, rewşa deverê Şera neçar dike ku hevrikiya bi Îsraîlê re kêm bike.”
Raporta wê rojnameya Israîlî herwesa gotiye, "Şera ne Îsraîlî ye, belkî pêştir serokê komeke çekdar bû û paşê reviya, lê ew siyaseta mayînê li Rojhilata Navîn dişopîne." Herwesa gotiye, "Serokê Sûriyeyê bi Îsraîlê re peymaneke ewlehiyê îmze kiriye.” Amaje jî daye, “Dibe ku ew peyman bibe sedema wê yekê ku Sûriye tevlî peymanên Îbrahîmî bibe." Eşkere jî kiriye ku, rastî ev e ku îstîxbarata Iraqê ji bo mayîna Şera dixebite.
Raporta Îsraîlê li dawiyê jî gotiye, "Her parçebûneke di bereyê Îranê de ji bo Îsraîlê derfetek e. Ev parçebûn roj bi roj berfireh dibe. Biryara Iraqê ya rizgarkirina Şera ji bo Tehranê gurzekî rasterast e, delîl e ku Bereyê Miqawemeyê jî parçe dibe." Eşkere jî kiriye, “Derfetek ji bo Israîlê hatiye pêş û divê bi kar bîne.”