Peymana Petrolê û Mûçeyê Herêmê li Bexdayê ser maseya Encûmena Wezîran ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Iraqê îro 23ê Îlonê civîna xwe ya heftane ya asayî lidar dixe. Tê payîn ku rojeva sereke ya civînê gotûbêjkirina peymana sêalî ya di navbera Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrolê ya Federal û kompanyayên hilberîner ên petrolê de, û herwiha pirsa mûçeyê fermanberan be.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê li Bexdayê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê îro bi fermî naveroka peymana ku duh hatiye îmzekirin, ji raya giştî re ragihîne.
Çavkaniyekê ji Encûmena Wezîran ji K24 re diyar kiriye, ev civîn ji bo mûçexwarên Herêma Kurdistanê "girîng û çarenivîsî" ye. Tê çaverêkirin ku Encûmena Wezîran di vê civînê de biryarê li ser mûçeyê fermanberên Herêmê bide û mekanîzmaya şandina mûçeyan ji bo mehên pêş jî destnîşan bike.
Hinardekirina Petrolê Hefteya Bê Dest Pê Dike
Derbarê destpêkirina hinardekirina petrolê de, peyamnêrê K24ê dide zanîn, Tirkiye hatiye agahdarkirin ku Iraq dê di çend rojên bê de dest bi hinardekirinê bike, ji ber ku beşek ji peymanê bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye.
Herwiha, Endamê Komîteya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Sebah Subhî jî ji peyamnêrê K24 re got: "Em pêşbînî dikin ku hefteya bê hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike."
Li gor zanyariyan, derengketina çend rojan a hinardekirinê, dê nebe asteng li ber şandina mûçeyan.
Ji aliyê teknîkî ve jî hemû amadekarî ji bo destpêkirina hinardekirinê temam bûne û testên xetên boriyan hatine kirin. Kompanyaya Petrola Bakur (North Oil Company) ragihandiye ku "ti pirsgirêkeke me ya teknîkî nemaye û em bi temamî amade ne." Li gor kompanyayê, eger fermana hinardekirinê ji Rêxistina Firotina Petrola Iraqê (SOMO) bigihîje wan, ew dikarin "di kêmtirî du saetan de" petrolê bişînin.