Bernameya nû ya xwendinê têkiliyên xwendekarên penaber û yên navxweyî xurttir kirine
Navenda Nûçeyan (K24) - Xwendekarên penaber li Herêma Kurdistanê ku li kampan dixwînin pêşwaziya guhertina bernameya xwendinê ji bo zimanê Kurdî dikin.
Ligel lêdana zengila yekê ya sala nû ya xwendinê, li dibistanên kampên penaberan guhertin di sîstema xwendinê û bernameya xwendinê ya xwendekaran de hatine kirin. Bernameya xwendinê ya xwendekarên penaber, ku berê bi zimanê Erebî bû, niha ji bo zimanê Kurdî hatiye guhertin.
Mamosta Sozan Hemo, ku li yek ji dibistanên kampan dersan dide, di vê çarçoveyê de got ku, ev guhertin ji bo xwendekarên ku pêştir ji ber cudahiyên zimanî rastî pirsgirêkan dihatin alîkareke mezin e.
Mamsota Sozanê herwesa got, "Xwendekarên me pêştir bi zimanê Erebî dixwend û niha ew fêrî zimanê Kurdî dibin. Ev ji bo daybavan jî girîng e ji ber ku piraniya wan şiyanên madî nînin ku zarokên xwe bişînin korsên taybet ên fêrbûna zimanî."
Mamosta Çîmen Salih jî tekez kir ku, ev bername bûye sedema tevlihevbûn û çêbûna têkiliyên baş di navbera xwendekarên penaber û xwendekarên xelkê Herêma Kurdistanê de. Amaje jî da, "Xwendekarên penaber û xwendekarên me bi hev re dixwînin û çalakiyan dikin, vê yekê jî wesa kiriye ku têkiliyeke pir baş di navbera wan de çê bibe.”
Ev pêngav bi hevahengiya Komîyona Bilind a Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) û Encûmena Penaberan a Norwêcî (NRC) hatiye avêtin. Berpirsa Peywendiyan ya UNHCRê Lily Carlisle ragihand, "Ev bername li seranserê Herêma Kurdistanê li Hewler, Dihok û Silêmaniyê tê bicîhanîn û armanc jê piştgirîkirina tevlihevbûna xwendekarên penaber di nav sîstema perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê de ye."
Li gorî amaran, li sala xwendinê ya 2021-2022ê de, sîstema xwendinê ya penaberan ji bo zimanê Kurdî hate guhertin. Nêzîkî 50 hezar xwendekarên penaber li Herêma Kurdistanê dixwînin, ku 75% ya wan zarokên penaber in. Ji bo vê sala xwendinê jî, nêzîkî pênc hezar xwendekarên nû tevlî korsên zimanê Kurdî bûne.